Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Yekşemê ragihand ku wan êrîşî bingehên rêxistina Hizbullahê li Sûr û hin deverên din ên başûrê Libnanê kiriye.IDF'ê li ser hesaba xwe ya Ibrî ya platforma X’ê girteyeke vîdyo parve kir ku dibêje ew dîmenên êrîşên IDF’ê ne li bajarê Sûr ê Libnanî û got ku “Hêza Esmanî niha êrîşî baregeha rêxistina terorîst a Hizbullahê dike.”

Ev êrîş dibin piştî ku Hizbullahê hin navçe li bakurê Îsraîlê kirin armanc, û li gor IDF’ê hişyarî li çend deverên bakurê welêt hatin çalakirin, Hêza Esmanî çend avêtinên ku ji Libnanê axa welêt kirin armanc asteng kirin û avêtineke din li devereke vekirî ket.”Hêzên Îsraîlî hin wêne li ser hesaba xwe ya Îngilîzî ya platforma X’ê parve kirin û got ku, “Ev wêne ji operasyona rastîn a IDF’ê ne li devera Girê Bîfort û Gelîyê Siloqî li başûrê Libnanê.”

“Leşkerên IDF’ê çek li gundê Zewter el-Şerqîye dîtin, ku belgeyeke din a hebûna Hizbullahê ye di nav deverên sivîl de li başûrê Libnanê,” IDFê got.Wezareta Derve ya Îsraîlê anî ziman ku “Hizbullahê li Naharîyayê gule berdan sivîlan, tenê çend metreyan dûrî peravê. Di çend çirkeyan de, dawiya hefteyeke aram veguherî bo tirs, bêserûberî û têkoşîna ji bo zindîmayînê."

Wezareta li ser X'ê got ku ev êrîş dibin "Di demekê de ku qaşo agirbest heye. Roj bi roj binpêkirin;n ji alêyê Hizbullahê ve didomin.”