Şerkerê Kurd Namo Fazil, di warê hunerên şerî (kîkboks / hunerên şer ên tevlihev) de, di yek ji girîngtirîn bûyerên werzîşî yên karê xwe de, li dijî Jake Babian, şerkerê navdar ê Amerîkî, derket pêş û karî serkeftinek balkêş û dîrokî tomar bike.Jake di destpêka lîstikê de êrîş dikir û Namo bi jîrî berdewam kir li ber xwe dida. Wî di nîva duyemîn de bi taktîkên ku bi navê Anaconda tên nasîn rikeberê xwe têk bir.Piştî yarîyê, di navbera Namo û şerkerê Ermenî Arman Tsarukyan de ji ber gotinên wî yên ne guncaw ên li ser Kurdan nîqaşek germ derket. Wî şerkerî ji ber gotinên xwe lêborîn xwest.Namo Fazil got ku wî hay jê tunebû ku Arman ji gelê Kurd lêborîn xwestiye û tekez kir ku herdu gelên Kurd û Ermenî bira ne û wê bira bimînin.