Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ragihand ku hêzên Pêşmerge ji xwîn û xebata gelê Kurdistanê ava bûne.Barzanî roja Çarşemê li ser X'ê diyar kir ku çekên Pêşmerge ne tenê amûreke şer in, lê belê sembola dîrok, rûmet û parastina Kurdistanê ne.Plana hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya ji bo bêçekkirina komên çekdar û tevlîkirina wan di nav sazîyên ewlehîyê de, pirsyarên mezin derbarê çarenûsa hêzên Pêşmerge derxistin holê.
Wefa Mihemed, endamê PKD'ê, ji Dengê Amerîka re got ku ev ne cara yekê ye pirsa Pêşmerge dibe mijar di rojeva Îraqê de."Hin alîyên siyasî her wextekê ku behsa ku divê çek tenê di destê dewletê de bin û kontrola çekên ji derveyî yasayê tê kirin, navê Pêşmerge jî tînin."Mihemed herwiha got ku pirsa Pêşmerge pirseke destûrî ye, "Lê ew jibîr dikin ku madeya 21'an, peregrafa 5'ê ya destûra Îraqê rê dide Herêma Kurdistanê ku Pêşmerege bin zêrevanên taybet ên Herêmê."Mihemed da zanîn ku "her biryarek derbarê Pêşmerge derkeve, divê destûra Îraqê were guhertin."
Wefa'i Mihemed, Endamê PDK
"Lê grûpên din yên çekdar li Îraqê ew di demên taybet de hatin çêkirin û dê bi biryareke siyasî yan parlemntoyê werin hilweşandin."Siyasetvanê Kurd got ku Pêşmerge ji alîyê hêzên navnetewî ve tê qebûlkirin û piştevanîkirin. Wî diyar kir ku ew beşek in ji hêzên Hevpeymanîya Navnetewî û Amerîka jî alîkarîyê dide Pêşmergeyan.Cîgirê Serokê Herêmê Cafer Şêx Mistefa vê dawyê ragihandibû ku hewldanên navxweyî ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge berdewam in, û ji bo lihevhatineke dawî divê PDK û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin.Li Herêma Kurdistanê Pêşmergeyên ser bi PDK û YNK'ê ve bi awayekî cuda dixebitin, tevî ku herdu hêz beşek ji Wezareta Pêşmerge ne.Supasalarê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêrî di 19'ê Gulana borî de ragihand ku prosesa yekkirina hêzên Pêşmerge di çarçoveya wezaretê de bilez berdewam dike û heta Îlona îsal (2026) dê bi tevahî bidawî bibe.Mehmûd Xoşnaw, endamê YNK'ê, ji Dengê Amerîka re got: "dema axaftin li ser sazîya Pêşmerge be, ew sazîyeke destûrî-qanûnî ye. Li gor madeyên destûrê Îraqê weke zêrevanên herêmê û hêzên asayîşa herêmê ne, ku di destûrê de hatine çespandin."Xoşnaw diyar kir ku "Pêşmerge xwedî navekî dîrokî ye ku bi salên dirêj zehmetî û têkoşîn li hember kuştin û zordarîyê li ber xwe daye. Roleke mezin di jinavbirina terorê de hebû û heye, û bingeha destpêkê ya avakirina leşker û hêzên Îraqê ye di dema herifandina rejîma berê ya Îraqê de."






