Amerîkayê piştgîrîya xwe bo destpêşxeriya hikûmeta Îraqê ya tevlêkirina komên çekdar di nav sazîyên dewletê de diyar dike û wê wekî gaveke bingehîn ji bo vegerandina xweserî û aramîya neteweyî ya demdirêj binav dike.Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîye û Îraqê Tom Barrack li ser platforma X'ê, pesna pabendbûna Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir û diyar kir ku ev gav "bingeha nû ji bo rêveberîyeke nû ya Îraqê nîşan dide."
Barrack pesnê komên çekdar ên ku razî bûne çekên xwe radestî dewletê bikin da, û got ku "bawerîya Zeydî pir baş e" û destpêşxerî wekî "tenê destpêk" binav kir.Nûnerê Amerîkayê bawerîya rêveberîya Serok Donald Trump bi Serokwezîrê Îraqê Zeydî dubare kir.Serokwezîrê Îraqê ji bo medyayê ragihandibû ku ew kar dikin ji bo ku ligel hemû alîyan bicivin da ku hemû komên çekdar werin hilweşandin.Di heman çarçoveyê de Zeydî îro Çarşemê biryar da ku komîteyeke hevbeş ava bike da ku pîvanên ji bo veqetandina ji Hêzên Heşda Şe'ibî û ji bo kontrola çekan di nav du rojên bê de bicîh bîne.Ew biryar di civina Zeydî de ligel şandeyên komên Esayîb Ehl el Heq û Ketayîbên Îmam Elî hate ragihandin.Serokê Civata Dadwerî ya Bilind Fayiq Zîdan spasîya Esayîb Ehl el Heq û Ketayibên Îmam Elî kir ji ber bersiva banga Desthilata Olî ya Bilind û parastina destûr û yasayê.Zîdan di daxuyanîyekê de bang li komên çekdar ên mayî kir ku tevlî birayên xwe yên ku berê bi vê pêvajoyê razî bûne bibin û beşdarî pêkanîna ewlekarî û aramîya civakî bibin.






