Wezareta Navxweyî ya Behreynê ragihand ku ji ber sedemên ewlekarîyê û encamên êrîşên Îranê, serdana welatîyan bo Îran û Îraqê heta demeke nedîyar qedexe ye.Wezaretê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de got: "Heta agahdarkirineke din, çûna welatîyan bo Îran û Îraqê qedexe ye."

Wezareta Behreynî herwiha ragihand ku ev biryar ji bo berevanîya ewlekarî û selametîya welatîyan hatîye girtin.Ev qedexekirin, piştî zincîreke gavên ewlekarî yên sê mehên dawî li Behreynê tê. Bi destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, Behreyn wekî navenda Fermandarîya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û Hêza Pêncem tê bikar bînin.Di çend hefteyên borî de, Behreynê gelek caran ragihandîye ku rejîma Îranê bi mûşek û dronan êrîşî ser wî welatî kirîye. Fermandarîya Hêzên Berevanîya Behreynê ragihand ku piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibatê de, bi dehan mûşek û bi sedan dronên Îranî hatine têkbirin.Karbidestên Behreynê herwiha anî ziman ku welatê wan beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî rejîma Îranê nebûye. Wan ragihand ku êrîşên Îranê ser cihên sivîl, sazî û milkên taybet, binpêkirineke mezin a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye.Di çend hefteyên borî de, li gor raportên karbidestên herêmê û Amerîkayê, bi dronan êrîşî ser çend cihan li Kuweyt û Îmaratê hatîye kirin. Tê ragihandin ku ev dron ji xaka Îraqê ve hatine avêtin.