Washington — Raporteke Amerîkî ya nû eşkere dike ku nebûna sîstema berevanîya li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê de eşkere kiriye bûye sedem ku Herêm li hember êrîşên Îran û mîlîşyayên wê bê parastin bimîne.Raporata ku Pêncşemê ji alîyê Çavdêrê Giştî yê Wezerata Cengê yê Amerîkayê ve hate weşandin, di nav gelek mijarên din ên ewlekarî û berevanî de, rewşa li Herêma Kurdistnê û hêzên Pêşmerge di sê mehên pêşîn ên vê salê de rave dike. Raport bi hûrgilî behsa wan êrîşan dike ewên ku Îran û komên çekdar ên hevalbendên wê li Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê pêk anîne.Çavdêrê Giştî got ku têkilîya nêzîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Washingtonê re, Îran û hevalbendên wê yên Îraqî hêrs kiriye. Bi bombebarankirina dubare ya cihên Herêma Kurdistanê ji alîyê Pasdarên Îranê û mîlîşyayên Îraqî ve, Herêma Kurdistanê gelek caran xwe di nav şerên ku ew ne beşek jê ye de dibîne.Raportê diyar kir ku komên çekdar ne tenê hêzên Amerîkî armanc girtine, lê di heman demê de bi mebest êrîşî sazîyên hikûmet û ewlekarîyê yên li Herêma Kurdistanê kirine.Di raportê de hat diyarkirin ku di 24'ê Adarê de, mûşekekê baregehek Pêşmerge li navçeya Xelîfan li parêzgeha Hewlêrê de armanc girt, tê de şeş Pêşmerge hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn. Di 28 û 29'ê heman mehê de êrîşên bi dronan ser xanîyên Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê hatine kirin.Çavdêrê Giştî got ku Pêşmerge xwedî sîstemên berevanîya esmanî nînin da ku tevahîya Herêma Kurdistanê biparêzin. Ev yek jî hêza wan û binesazîya enerjiyê ji ber êrîşan dixîne jêr metirsîdarîyê.Caggins: Divê Kongres Rê Bide Firotina Berevanîya Esmanî bo Herêma KurdistanêMyles Caggins, kolonelê xanenişîn ê Amerîkî, ji Dengê Amerîka re got: "Niha dem hatiye ku Kongresa Amerîkayê destûrê bide firotina sîstemên berevanîya esmanî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.Caggins herwiha diyar kir ku divê artêşa Amerîkayê Pêşmergeyan li ser bikaranîna sîstemên berevanîya esmanî perwerde bike.
Raporteke Pentagon: Herêma Kurdistanê Nikare Xwe ji Êrîşên Îran û mîlîşyayên Wê Biparêze
Raporteke Amerîkî ya nû eşkere dike ku nebûna sîstema berevanîya li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê de eşkere kiriye bûye sedem ku Herêm li hember êrîşên Îran û mîlîşyayên wê bê parastin bimîne. Raporata ku Pêncşemê ji alîyê Çavdêrê Giştî yê Wezerata Cengê yê Amerîkayê ve hate weşandin, di nav...






